Li gelek bajaran dengê AKP’ê ket
Li gorî hilbijartina berê li gelek bajaran dengê AKP’ê ketiye.
Li gorî hilbijartina berê li gelek bajaran dengê AKP’ê ketiye.
Ligel ku AKP û Erdogan di hilbijartina 14’ê Gulanê de gelek êrîş û dek û dolab kir jî, tê dîtin li gelek bajaran dengê wê ketiye.
Li Xarpêt, Erzirom, Riha, Dîlok û Bedlîsê dengê desthilatdariyê ketiye.
Li bajarên Behra Reş dengê AKP’ê ji sedî 10 ketiye. Li Rîzeyê ya ku bajarê Erdogan e, li gorî hilbijartina sala 2018’an dengê AKP’ê ketiye.
Li Erziromê dengê AKP’ê ji sedî 54,88 daketiye 43,26; li Xarpêtê ji sedî 54,63 daketiye 40,24; li Rihayê ji sedî 52,7 daketiye 42,99, li Dîlokê ji sedî 51,45 daketiye 44,93 û li Bedlîsê jî sedî 44,77 daketiye 37,14.
Dengê AKP’ê li gorî hilbijartina sala 2018’an li Mereşê ji sedî 58,54’an daketiye 47,79; li Konyayê jî sedî 59,51 daketiye 48,07.
Dengê AKP’ê li Stenbolê ji sedî 42,7 daketiye 36,2 û li Enqereyê jî ji sedî 40,2 daketiye 32,6.
Li Sînopê AKP’ê li gorî hilbijartina sala 2018’an ji sedî 13 deng winda kiriye.